Home > Author > Cegerxwîn
1 " Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar eBelê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e. "
― Cegerxwîn
2 " Welat xweş bûk e, Xwîna me qelen e... "
3 " Eger hûn nebin yek, Hûn ê herin yek bi yek. "
4 " Bilbil tu zanîای بلبل تو می دانیGelo ez kime?آیا من کی ام؟Tu tim serbest îتو همیشه آزادیLê ez girtî meاما من اسیرمBê lîs û hêlînبدون آشیانه و لانهBê ol û bê dînبی مذهب و بی دینEz im Cegerxwînمنم جگرخون*Xortê Kurdî me...یک جوانِ کُرد...*این کلمه هم ایهام دارد به تخلص شاعر و هم انسانی دردمند "
5 " Agirê EvîndarîŞev tev çûye îdî ma tu hew tê loEz ranazim, kengî bê te xew tê loXanî bûye zindan tê de ranazimTa sipîdê qîr û nal û tew tê loTe j’min dil bir carek mi j’ter nego na,Te rû kul kir carek mi j‘ter nego naMa ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego naAy dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?Ahî dema destê wî l’bin serê min!Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wîTenê hiştim ay dil îşev çima çû?Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?Rabe peykev ay dil zû wî werîneTev biriştim ay dil îşev çima çû? "
6 " Bi Ser Çiyan KetinHeval megrî çiya herdemCihê xweşmêr û şêra yeDîwarê serxwebûna kurdJi laşê xurtemêra yeSerfirazî bilind e, lê;Bi xwîn û kotek û zor eBi jêrdeçûne bindestîBerê kurdan li berjor eTenê serbestî eywan eBilind û berze bala yeTenê şûna serê min, teDi jorê wê de vala yeDi kurtan de eger razîTu dê xewnên bînîKirasê tirs û sawîranLi xokî tim tu xemgînîJi doza xwe venabinDixwazin ta wekû saxinGelek şerm e ku em sax inû dijmin hê dinav bax in. "
7 " Ez Gelek Tî MeŞeraba wan lebên lalaBi minde ez gelek tî meBila xêra te bî cana:Nizanî ez çi birçî me?Ji baxê paxil û sîngêEger sêvek bidî SeydaXurînî pê ku bişkînimDiçim ser rê ku rêwî meEger sênca rez û baxanÇirand û dest birin sêvanDibî lêv herne ser lêvanLi min megre ku sêwî meBi tenha ez li çolê meSerî goka di holê meBirîndari m ji wan mijganPêrîşani m çi xwînî me?Welatperwer bî ey xanim:Were dest deyne ser canimBirînê min qemûşk bigrinBi jînê pir bi hêvî meDe wer maçek biminde xweşLi dêm ko bisk bikin şevreşKu ayîna te bigrim ezJi nûve da bi zanîme?Bihayê herdû sêvên zerLi dil xistin te sed xencerMebîne qelsemêrim ezJi kurdên ser nişîvîme?Kurê Xesro û GuhderzimDi vê rêde gelek berzimEvîndarim ku can û dilLi ber destê te danîmeEger ez ser dibim ber pêXwedana şal û îşerpêDixwazim ku tu pîroz bitDi vê rê ez çi manî me?Dema çavên te yên mêrkujDibênim ez dibim wek mijPeyala şerbeta lêvanKirim gawir ku yezdî meJi te dûrim te nabînimLi ser te ez ciger xwînimÇi bêjim ko nikarim bêmDi îro ez swêdî me.CigerxwînStockholm 26.9.1979 "
8 " Ferat im-Kêferat imGuj-guj û him-him Ferat im, Ferat...Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...Ferat im, kêferat imKar im, xebat imJîn û felat imVa ye ez hatimJi jor ve ez têmDiçim ber bijêrDi nav dilê minTev gewher û zêrFerat im...Bi him-him ez têmBê ser û bê minSer derya mezinFerat im...Daxwaza milletFeratê dijwarDi ber xwe dibimTev gerş û gemarFerat im...Dengê sewîyanRengê birçîyanEz dengê şivanXama xwendevanFerat im...Tev ah û nalînGiryan û qêrînBi çelq û lem-lemHemî kul û xemFerat im...Diçim pêş bi ristWek sitêr û ristHemî derd û kulDikevim nav dilFerat im...Di dilên xortanDikelim herdemBer pozê dijminEz xîp û kelemFerat im...Ez xwendevarîEzim hişyarîDûr û dirêjimGavan tavêjimFerat im...Di nav dilan dePir xurt û bi tînDi nav damarênXortanê bûm xwînFerat im...Di ser hevre têmBi çelqîn û gujDi ber xwe dibimDijminê xwînmijFerat im, kar im, xebat imEz kêferatimVaye ez hatimJi Kurdistan ve têmPir xurt û bi tînEz pêta cergÛ dilê Cigerxwîn "
9 " Di Baxan DeDi baxan de berim sorgulWekî bilbil dikim meyilêSehergahan dinalim ezEman leylê, eman leylêTu Leyla ez wekî MecnûnStem pir kir li min gerdûnÇem ê dila Dicla û CeyhûnFelek heylê felek heylêTu şêrîn î, şeker ramîsBi ken her dem, dikî payîzTu Şêrîn î li cem ParvîzMe dil Ferhad sed keylêBi nişanî bi şêran îWelatê rind û xopan îLi te pîroz e şahan îBi bejin û kês im û şeylêLi sere textê evîndaranNesîhaya ji dildaraDil birîn bû ji dîndaraTe pirsek lê nekir qey lê "
10 " Ey Welat Dûrim Ji Te"Dîsa ji te dûrim welatDil ketye gomanên dikûrGer dûr û nêzîk bim ji teHer dem li ser te kûre-kûrGava ji te ez dûr dibimNe ko ditirsim ez ji şûrDivên çarekê bikinJi ser te rakin pî stûrTim dar bi destê dijmin eEm têne kuştin rengê mûrKurên te ser xistin xewêLê ez dinalim wek bilûrKengî ji xew rabin geloYan kengî em dadin tenûrDivêm bi ser çiya kevinDîsa bikn tev qûre-qûrWelat çiqas dûrbî ji minDi dil dibî pertav û nûrNe bes Xumênî dijmineDijmin pirin, nêzîk û dûrWek baz cihê kurd tim çiyaDijmin di nav xan û qisûrDibin piyên tanga de çûnKal û jin û bapîr û hûrBirçî û tazî û rebenÇarox di pê û mil bi tûrDerd û kulan dil kirye ronTa ko Cegerxwîn bûye tûr. "
11 " Hate ber derîMin lê nenêrîLê gava ew çûMin dil daye dûKa ew çavên reşKa ew dêmên geşKa ew bîna xweşKa ew reng û rûYara min bakirEy bilbilê dînLi ser çi digrîQêrîn û nalînYara te wa yeLi ber çava yeEv deşt û çiyaTev xweş kir bi bînBilbil tu zanîGelo ez kime?Tu tim serbest îLê ez girtî meBê lîs û hêlînBê ol û bê dînEz im CegerxwînXortê Kurdî me "
12 " Bilbil û GulBilbilê dilkul dinalî,Her li ser dêmên gulê,Gul çi zanî ku li ser kê,Wer dinalî bilbil e?Pertewa dêmên sipîCarek li dil ku ew nedîÇend bikî qêrîn û zarîKî dizanî dil kul e?Dilgirê wek bilbilêHerdem bi nalîn û girîGirtiyê benda evînêDil li benda sunbil e.Dilbijê bê çare çibkîBil ji qêrîn û girîÊ di benda dil revînêKî dizanî bê dil e?Ev xem û derd û elemKu min di dil de pir civînTev ji pêt û pertewaŞaha bi tac û sunbil eEw kesê sewdan li serNaçî rêza dilgiranHer çiqasî ew bi gazîRengê dengê zengil eGer ji dêmên sorgulîPertew nedî nêv can û dilNakevî nêv bend û davaZulfê mest û fulfil eEz di benda dilrevayêTîr ji birhan têne dilLêw me dil herdem bi destêNazika reş-kakileEw kesê carek diyeDerdê evînê wî bi dilJar û sergerdan û mesteXweş dizanî 'moşkil e'Pertewa dîdariyêKu mêxolî ez kirimLaleş a min ser li berDanî li sîng û paşilêBûye çil sal ku cigerxwînBû ji tîrên ebriwanLew me dermanê birînêLêv û sêvên paxile "
13 " em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor "